Hunermend Yekbûn bi boneya Roja Alaya Kurdistanê klîpa "Kurdistan Ey Niştiman im" belav kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Muzîkjen û hunermenda Kurd Yekbûn, bi boneya 17ê Berçileyê, Roja Alaya Kurdistanê, strana navdar a "Kurdistan Ey Niştiman im" bi şêwazekî nû û bi orkestraya fîlarmonîk ji nû ve zindî kir û pêşkêşî gelê Kurd kir.

Hunermend Yekbûn, vê berhema dîrokî ku helbesta wê ya helbestvanê mezin Hejar Mukriyanî ye û muzîka wê ji aliyê bestekar Iqbal Hajibî ve hatiye danîn, bi aranjeyeke nûjen û bi ruhê orkestraya fîlarmonîk amade kiriye. Ev berhem hunera kevnar û ya nûjen digihîne hev û hestên niştimanperweriyê bi şêweyekî giranbiha pêşkêş dike.

"Diyariyek ji bo Roja Alayê"

Yekbûnê derbarê vê xebata xwe ya nû û hilbijartina vê rojê de peyamek belav kir û got: "Naveroka 'Kurdistan Ey Niştiman im' hesta welat, ax û hêviyê ye. Îro Roja Alaya Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê îro parvekirina vê berhemê ji bo min pir bi wate ye."

Hunermendê diyar kir, wê xwastiye bi vê nûkirinê, stranê bike parçeyek ji nasnameya Kurdî û çanda Kurdistanê careke din nîşan bide.

Derbarê Hunermend Yekbûnê de

Yekbûn, ku ji sala 1991ê ve wekî muzîkjeneke profesyonel kar dike, li Zanîngeha Marmarayê beşa Mamostetiya Muzîkê qedandiye. Ew bi lêxistina amûrên Lavta û Tembûrê tê naskirin û stranên her çar parçeyên Kurdistanê (Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava) distrê.

Heta niha gelek albûmên serkeftî yên wekî "Nirwana" (2002), "Kejê" (2007), "Zarok" (2014) û "Dilop" (2014) derxistine. Di sala 2023yan de jî albûma "Firişte" û albûmên enstrumental ên "Ramadan" û "Nazdar" pêşkêşî hezkiriyên muzîkê kirine. Yekbûn wekî solîst bi gelek orkestrayên li Ewropa, Rûsya û cîhanê re kar kiriye.