Serok Barzanî û Konsulê Polonyayê tekeziyê li ser pêşxistina peywendiyan dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 17ê Berçileyê pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Polonyayê li Hewlêrê Maciej Zajdel kir.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de Konsulê Polonyayê kêfxweşiya xwe ya ji bo dîtina Serok Barzanî nîşan da û amadebûna welatê xwe ji bo pêşxistina peywendiyên ligel Herêma Kurdistanê di hemû waran de derbirî.

Konsulê Polonyayê pesnê wan pêşkeftinan da ku Herêma Kurdistanê di warê aramî, ewlehî, avadanî û xweşguzeraniyê de bi xwe ve dîtine. Herwiha rola Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û xweragirî û têkoşîna xelkê Kurdistanê ya li hemberî astengî û nehametiyên rabirdûyê bilind nirxand.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî pîrozbahî li Konsulê nû yê Polonyayê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de xwast. Herwiha Serok Barzanî piştevaniya xwe û ya Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistin û baştirkirina peywendiyên dualî nîşan da.

Serok Barzanî bal kişand ser wan nehametiyên ku di rabirdûyê de bi serê gelê Polonyayê de hatine û diyar kir ku ew bi yekîtî û têkoşînê karîn li ser astengan zal bibin û bigihîjin îro ku Polonya bûye yek ji welatên pêşketî yên Ewropa û cîhanê.

Rewşa giştî ya navçeyê û Iraqê, dîrok û xebata gelê Kurdistanê û xwezaya ciwan a Kurdistanê, mijarên din ên vê hevdîtinê bûn.