Gera 12ê ya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Dihokê bidawî hat
Navenda Nûçeyan (K24) - Bi tevlîbûna 110 fîlman û amadebûna hejmareka mezin a sînemakarên navxweyî û biyanî, Gera 12ê ya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Dihokê bi pêşkêşkirina 21 xelatan bidawî hat.
Di merasîma girtinê de, ku li ser mafûra sor hat lidarxistin, Komîteya Dadweriyê ya Gera 12ê ya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Dihokê piştî heşt rojan ji pêşkêşkirin û nirxandina fîlman, serkeftî li gorî çîrok û pîverên hunerî hatin destnîşankirin.
Mijara sereke ya festîvala îsal ji bo pirsgirêkên jîngehê, xasma jî "hişkesalî û guhertinên keşûhewayê, wekî mijara herî xeter a rojê hatibû terxankirin. Herwesa welatê Spanyayê wekî welatê mêvan tevlî festîvalê bûbû.
Ji 110 fîlmên tevlîbûyî, ji kurtefîlm, fîlmên dirêj û belgefîlman, 21 xelat li ser serkeftiyan hatin belavkirin.
Yek ji serkeftiyên festîvalê bi navê Hejî Eshedîn got: "Ez kêfxweş im ku îsal ji bo cara duyê ez tevlî vê festîvalê bûm û min xelata Îşaretkirina Taybetî (Special Mention) di pişka Panoramaya Kurdî de wergirt.”
Derhêner û nivîskarê fîlmê "Navê Min Hêvî ye", ku tevlî kategoriya Kurtefîlmên Cîhanî bû, Xelata Taybetî ya Komîteya Dadweriyê wergirt.
Endama Odeya Festîvalê Aljîn Hesen jî eşkere kir ku hilbijartina serkeftiyan karekê bizehmet bû û got: “Fîlm pir baş bûn, bi taybetî jî fîlmên Kurdî, ji ber vê yekê jî biryardana li ser encaman ne hêsan bû.”
Birêvebirê Giştî yê Birêvebiriya Rewşenbîrî û Hunerî ya Dihokê Emîr Elî jî ragihand ku, ast û kalitiya fîlman, bi taybetî jî ya fîlmên dirêj, cuda û bilind bû. Tekez jî kir ku, amadekariyên gera 13ê ya festîvalê tên destpêkirin û armanca wan ew e ku asta vê festîvalê sal bi sal baştir bikin.
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Dihokê her sal tê lidarxistin û ji bo komkirina sînemakaran û pêşkêşkirina berhemên sînemayî li ser asta deverê û cîhanê bûye platformeka girîng.