Li Hewlêrê Pêşmergeyan bi bexşîna xwînê Roja Alaya Kurdistanê pîroz kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed ragihand, Pêşmergeyan bi bexşîna xwînê ji bo nexweşên talasemyayê, wateyeke mezintir dane Roja Alaya Kurdistanê.
Îro Çarşemê 17ê Berçileyê, bi boneya Roja Alaya Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê kempeyneke xwînbexşînê ji aliyê Hêzên Pêşmerge û welatiyan ve ji bo nexweşên talasemyayê hat birêvebirin.
Di dema kempeynê de Dr. Dilovan Mihemed ji Kurdistan 24ê re axivî û got: "Îro rojeke dîrokî û pîroz e ji bo tevahiya gelê Herêma Kurdistanê. Birayên me yên Pêşmerge bi bexşîna xwînê bo nexweşên talasemyayê, ev roj pîroztir kirin, ji ber ku ev nexweş gelek caran rastî pirsgirêka peydakirina xwînê tên."
Derbarê dabînkirina derman û pêdiviyên bijîşkî ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve, Rêveberê Tenduristiya Hewlêrê rexne li Bexdayê girtin û got:
"Li gorî budceya serweriyê, divê wekî parêzgehên din ên Iraqê bê cudahî derman ji me re bên şandin. Lê ew tiştên tên têr nakin, yan jî kalîteya wan ne baş e û ji bo bikaranînê ne guncaw in."
Dr. Dilovan diyar kir jî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo çareserkirina vê arîşeyê, budceyek taybet ji bo nexweşên talasemyayê terxan kiriye û valahî tijî kiriye.
Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Hewlêrê mizgîniyek da nexweşan û got: "Li ser raspardeya Serokwezîr, 130 nexweş dê neştergeriya çandina moxê (mêjiyê hestî) ji wan re bê kirin. Bi vê yekê ew ê bi temamî ji nexweşiyê rizgar bibin û êdî pêdiviya wan bi xwînê namîne."
Pêşmergeyekî beşdar di kempeynê de hestên xwe wiha anîn ziman: "Çawa ku me her dem bi xwîna xwe ax û xelkê Kurdistanê parastiye, îro jî di vê roja pîroz de em bi bexşîna xwînê xizmeta xelkê xwe dikin."
Herwiha Serokê Rêxistina Bars a Xwînbexşînê Ebdullah Mizûrî diyar kir, ew mehane nêzîkî 200 yekeyên xwînê ji bo kesên pêwîst dabîn dikin.