Parlamentoya Tirkiyeyê pêngavên pêvajoya aştiyê nîqaş dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê bi Komîsyona Aştiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê re li ser pêngavên dawiyê yên pêvajoya aştiyê dicive û raporta dawiyê ku ji hêla wê komîsyonê ve tê amadekirin nîqaş dike.

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş û Komîsyina Aştiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê îro (Çarşem, 17.12.2025) li ser pêvajoya aştiyê û pêngavên paşerojê yên wê pêvajoyê bi wekîlê serokên fraksiyonên nav Parlementoya Tirkiyeyê û nûnerên aliyan di Komîsyona Hevdengiya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê de dicive.

Medyaya nêzîkî desthilata Tirkiyeyê jî ragihand ku, mijara sereke ya wê civînê dê nîqaşkirina wê raportê be ya ku ji hêla wê komîsyonê ve li ser reformên qanûnî yên pêvajoya aştiyê tê amadekirin, ku bi bingeha qanûnî ya wê pêvajoyê tê binavkirin.

Ev di demekê de ye ku, Şanda Dem Partiyê ya Îmraliyê jî dest bi gereka nû ya serdanên aliyan kiriye û biryar e ku li roja 20ê Mijdarê bi serkirdetiya AK Partiyê re li ser reformên qanûnî bicive.

Parlamentoya Tirkiyeyê li roja Înê (21ê Mijdara 2025ê) bi dengên sê li ser pêncê yên tevaya endamên Komîsyona Hevdengiya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê biryar da ku serdana Abdullah Ocalan li girava Îmraliyê bikin.

Di wê komîsyonê de, 32 dengên erê, sê dengên bêalî û du dengê nexêr hebûn.