22 hezar û 988 bermayîkên teqemeniyên şer hatin pûçkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêvebiriya Karûbarên Mînan li Hewlêrê ragihand ku, di meha borî de 559 mînên dijî mirovan hatin pûçkirin û 755 hezar 646 metreyên çargoşe yên erdê mînkirî jî hatin paqijkirin.

Birêvebirê Karûbarên Mînan li Hewlêrê Elî Ebdirehman îro (Çarşem, 17.12.2025) ji Kurdistan24ê re ragihand: “Di dema 11 mehên borî de, 755 hezar û 646 metreyên çargoşe yên rûberê erdê mînkirî hatin paqijkirin, herwesa hezar û 559 mînên dijî kesan û du mînên dijî tankan jî hatin pûçkirin.”

Elî Ebdirehman herwesa got: "22 hezar û 988 bermayîkên teqemeniyên şer tevî bombeyeka çandî hatin pûçkirin, herwesa îsal 10 zeviyên mînan û deverên xeter jî hatin paqijkirin û ji xwediyên wan re hatin vegerandin.”

Birêvebirê Karûbarên Mînan li Hewlêrê amaje jî da ku, di dema 11 mehên borî de li parêzgeha Hewlêrê şeş ​​kes mirine û çar kesên din jî birîndar bûne û bûne xwediyên pêdivîtiyên taybet.

Ji 779 kîlometreyên çargoşe yên erdê mînkirî li Herêma Kurdistanê, heta niha 576 kîlometreyên çargoşe hatine paqijkirin.