Roja Alaya Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê hat pîrozkirin
Diyarbekir (K24) – Di Roja Alaya Kurdistanê de partiyên Bakurê Kurdistanê jî pîrozbahî li dar xistin, siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê bang li kurdên seranserê cîhanê kirin ku li remza neteweyî ya kurdan Alaya Rengîn xwedî derbikevin û her wiha bo bidestxistina destkeftiyên neteweyî jî dest ji helwesta neteweyî bernedin.
Roja Alaya Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê ji aliyê partiyên kurdistanî ve hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de behsa dîrok û giringiya Alaya Kurdistanê hat kirin. Her wiha bi boneya Roja Alaya Kurdistanê helbest jî hatin xwendin. Axaftvanên bernameyên pîrozkirina Alaya Kurdistanê bal kêşandin ku bi fêdekarî û berdêlên mezin Alaya Rengîn gihiştiye heta îro û bi vê hişmendîyê jî divê bi destên nifşên siberojê de bilind bibe.
Cîgirê Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê Cano Amedî ji K24ê re got: “Roja Alaya Kurdistanê li hemu kurdan pîroz be, Alaya Kurdistanê berhema ked û xebatên 200 salan e ku hatye heta îro, em hêvî dikin ku Alaya Kurdistanê di nava alayên cîhanê de wek remza neteweyî ya kurdan cij bigire û saziyan de bilind bibe.”
Di pîrozbahiyên Bakurê Kurdistanê de siyasetmedaran bal kişandin ku Alaya Kurdistanê nirxek neteweyî yê ser partî û îdeolojiyan de ye û divê hemu aliyên kur dli dora Alaya rengîn bên cem hev.
Rêveberê Hak Parê Refîk Karakoç got: “Alaya Kurdistanê remza neteweyî ya hemu kurdan e û kurd bo vê alayê hatine girtin û hatine kuştin ji ber vê yekê Alaya Kurdistanê hêja û girîng e bo me hemu kurdan.”
Siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê bang dikin ku divê hemû aliyên kurd bin sîwana Alaya Rengîn de xwedî li destkeftiyên neteweyî yên kurdan derbikevin û bo destkeftiyên nu yên neteweyî jî bin sîwana Alaya Rengîn de werin cem hev.