Kongressa Amerîkayê "Yasaya Qeyser" bi fermî hilweşand

Navenda Nûçeyan (K24) – Kongressa Amerîkayê biryara hilweşandina yekcarî ya "Yasaya Qeyser" (Caesar Act) pesend kir. Ev biryar ku bi dengê 77 senatoran derbas bû, rê li ber vegera veberhênanên biyanî û proseya nûavakirinê li Sûriyeyê vedike.

Di çarçoveya stratejiya berevaniya Amerîkayê de, Senatoya Amerîkayê dawî li cezayên giran ên aborî anî. Yasaya Qeyser ku di sala 2019an de û di serdema desthilata Beşar Esed de hatibû sepandin, bûbû astengiyeke mezin li pêşiya sîstema bankî û aboriya Sûriyeyê. Piştî ku hefteya borî Encûmena Nûneran proje-yasa pesend kiribû, niha tê çaverêkirin ku Serokê Amerîkayê îmze bike, da ku bikeve warê cîbicîkirinê.

Hikûmeta Sûriyeyê bi germî pêşwazî li vê biryarê kir. Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî di peyamekê de got: "Ev pêngav asoyeke nû ji bo hevbeşiya ligel cîhanê vedike. Em spasiya Senatoyê dikin ji bo piştevaniya wan li gelê Sûriyeyê."

Ji aliyê Amerîkayê ve jî, Senatora Demokrat Jeanne Shaheen ev biryar wekî "pêngaveke yekalîker" ji bo bidawîanîna nehametiyên gelê Sûriyeyê binav kir.

Ev guhertinên bilez piştî çendîn hevdîtinên di navbera Donald Trump û Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera de pêk hatin. Wan destpêkê di meha Gulanê de li Kendavê hev dîtibû û piştre di 10ê Mijdarê de, Şera li Koşka Spî hatibû pêşwazîkirin.

Çavdêrên siyasî vê yekê wekî serkeftineke mezin a dîplomatîk ji bo Şera dibînin. Tê gotin ku ew wekî "cîhadiyekî berê", karî di nava kêmtirî salekê de baweriya navdewletî bidest bixe û welatê xwe ji goşegiriya cîhanî derxîne.

Li gorî raportên Banka Navdewletî, Sûriye ji bo proseya nûavakirinê, pêwîstiya wê bi zêdetirî 216 milyar dolaran heye. Tê pêşbînîkirin ku bi hilweşandina van cezayan, aboriya Sûriyeyê geş bibe û proseya avadankirinê dest pê bike.