Konsula Amerîkayê: Em Kurdistanê wekî deriyekê girîng ji bo kompanyayan dibînin
Navenda Nûçeyan (K24) – Konsula Giştî yê Amerîkayê yê bi wekalet, li gel nûnerên odeyên bazirganiyê yên parêzgehên Herêma Kurdistanê civiya û ragihand, Kurdistan ji bo wan deriyekî çalak e.
Konsula Giştî yê Amerîkayê bi wekalet Caitlin Piper îro 18ê Berçileyê li avahiya nû ya Konsulxaneya Giştî ya welatê xwe, pêşwazî li nûnerên Odeyên Bazirganî û Pîşesaziyê yên parêzgehên Hewlêr, Dihok, Silêmanî û Helebceyê kir.
Di daxuyaniyekê de derbarê naveroka civînê, Konsula Amerîkayê helwesta welatê xwe ya li hember aboriya Herêmê anî ziman û got: "Em li Herêma Kurdistanê wekî deryazeyeke çalak û girîng dinêrin ji bo hatina nav a kompanyayên Amerîkî."