Keçeke Kurd a Efrînî li Danîmarkayê Ala Kurdistanê dixe pirtûkeke dibistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Valentîna Mahir Cemîl, werzişvana 14 salî ya Kurd li Danîmarkayê, ji ber jêhatîbûna xwe ya bêhempa di warê werzîşa cîmnastîkê û pabendbûna xwe ya bi xwendinê ve, çîroka wê kete nav pirtûkeke bernameya xwendinê û li ser daxwaza wê ya taybet, Alaya Kurdistanê li kêleka deqê hat çapkirin.

Di nava polên xwendinê yên Danîmarkayê de, pirtûkeke dersê ronahiyê dixe ser destkeftên xwendekareke mînak. Li kêleka çîroka jiyana wê, sembolek bi zelalî diyar e: Ala Kurdistanê. Ev daxwaza taybet a Valentîna Mahir Cemîl bû, keça ku karîbû mezinbûna li Ewropayê û girêdana bi koka xwe ya li Rojavayê Kurdistanê re bi hostayî li hev bîne.

Ji Efrînê ber bi lûtkeya werzîşê ve

Valentîna li gundê "Qoceman" ê ser bi herêma Efrînê li Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Hêj temenê wê du mehî bû, ligel malbata xwe koçî Danîmarkayê kir. Tevî ku jiyana xwe li Skandînavyayê derbas kiriye, ew wekî werzişvaneke jêhatî û nûnereke serbilind a çanda xwe derketiye pêş.

Çîroka wê ya cîmnastîkê di 4 saliyê de dest pê kir. Mamosteya wê ya pêşdibistanê behreya wê keşf kir û ji bavê wê re pêşniyar kir ku wê li yaneyeke werzîşê tomar bike. Bavê wê Mahir Cemîl, yekser ev yek qebûl kir.

Valentîna ji Kurdistan 24ê re dibêje: "Di destpêkê de ez hinekî şermok bûn, lê ez pir kêfxweş û serbilind bûm." Ji wê demê ve, wê di 9 qehremaniyên li seranserê Danîmarkayê de beşdarî kiriye; di 7an de madalyaya zêr û di 2an de jî madalyaya zîv bidest xistiye.

Çîroka Ala Kurdistanê û Pirtûkê

Serkeftina Valentînayê tenê di werzîşê de sînordar nema. Ji ber dîsîplîna wê ya akademîk û werzîşî, dibistana wê pirtûkek amade kir ku behsa rêça wê ya serkeftî dike.

Di dema amadekirina pirtûkê de, mamosteyekî jê pirsî: "Tu dixwazî Ala Kurdistanê li ser rûpelê deynî?". Valentîna bi coş bersiv da: "Min got erê. Ez pir kêfxweş im û ez ji Ala Kurdistanê pir hez dikim."

Ji bo Valentînayê, ev ne tenê sembolek bû, lê ragihandina nasnameyê bû di nava saziyeke rojavayî de. Ew vê hestê vedigerîne perwerdeya dê û bavê xwe û dibêje: "Bavê min em fêrî hezkirina welat, Kurdistan û Efrînê kirin û her dem dixwest em zimanê xwe ji bîr nekin."

Valentîna niha di temenê 14 saliyê de wekî alîkara rahêner li yaneya "Sikhajl" kar dike û zarokên biçûk fêr dike. Ew dibêje: "Zarokên Danîmarkî dizanin ku ez ji Kurdistanê me. Ez bi wê rêza ku min li malê fêr bûme, bi wan re diaxivim."

Xewna wê ya paşerojê zelal e: "Ez hêvî dikim ku nûnertiya Danîmarkayê bikim û di heman demê de bi şanazî Ala Kurdistanê bilind bikim."

Peyama Bavê Wê

Li pişt vê serkeftinê, bavekî dilsoz heye. Mahir Cemîl ji bo parastina nasnameya Kurdî di nava malbata xwe de hewleke mezin dide.

Mahir Cemîl dibêje: "Ez rihê niştimanî di nava wan de diçînim. Ez zarokên xwe fêrî dîroka gelê Kurd li her çar parçeyan dikim û em li malê bi Kurdî diaxivin."

Bavê Valentînayê şîretekê li malbatên Kurd ên li derveyî welat jî dike û dibêje: "Hêvîdar im malbat bibin sembola Kurdayetiyê. Divê li malên xwe bi Kurdî biaxivin û piştevaniya zarokên xwe bikin, nemaze di warê zanist û zanyariyan de."