Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê alîkarî gihandin 400 malbatên vegereyayî
Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) li Efrîna Rojavayê Kurdistanê karên xwe yên mirovî didomîne û vê carê li nahiya Şiyê alîkarî gihandin ew malbatên ku nû vegeriyane ser mal û milkên xwe.
Tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di çarçoveya pêngavên xwe yên dawî de, bi hevkariya rêxistina "Khalsa Aid" alîkariyên mirovî li ser zêdetirî 400 malbatên ku nû vegeriyane navenda nahiya û gundên wê, belav kirin.
Endama Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Sîlvana Omer ji Kurdistan 24ê re got: "Alîkarî ji bo her malbatekê du beş in; beşa yekem selikeke xurek û zad e, beşa duyem jî kelûpelên paqijî û dezenfektekirinê ne. Me heta niha karîbû alîkariya zêdetirî 650 malbatan li vê deverê bikin da ku piştevaniya îstiqrara wan bikin."
Ev alîkarî di demekê de tên ku rûniştvanên deverê di rewşeke aborî ya dijwar de dijîn û dahata wan kêm e. Yek ji welatiyên ku sûd ji alîkariyê wergirtiye, spasiya BCFê kir û got: "Em spasiya Dezgeha Barzanî dikin ku kêmasî nekirin. Pêdiviyên me gelek in û rewşa madî ya xelkê li vir di bin sifirê de ye. Rast e malbat vedigerin ser axa xwe, lê rastiyeke tal li pêşiya wan e, eger ev alîkarî nebana dê rewş hê xirabtir ba."
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî yekemîn rêxistina mirovî bû ku piştî erdheja 6ê Sibata 2023yan ji bo hawara lêqewimiyan derbasî Efrînê bû. Ji wê demê ve, tîmên dezgehê li herêmê mane û berdewam xizmeta xelkê Efrînê dikin.