Li Qamişlo Roja Alaya Kurdistanê hat pîrozkirin: Daxwaza yekîtiyê hat kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Qamişlo bi sedan welatî daketin qadan û bi bilindkirina Alayê, Roja Alaya Kurdistanê pîroz kirin. Di merasîmê de daxwaza sereke ya welatiyan "yekrêziya aliyên siyasî" û "misogerkirina mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de" bû.
Mîna hemû bajar û bajarokên din ên Kurdistanê, xelkê Qamişlo jî bi coşeke mezin pêşwazî li Roja Alaya Kurdistanê kir. Di çalakiyê de welatiyên ji hemû temenan; jin, mêr û zarok bi cil û bergên Kurdî û alayên rengîn beşdar bûn û tekezî li ser girîngiya parastina vê sembola neteweyî li her çar parçeyên Kurdistanê kirin.
"Ala Kurdistanê emanetê Qazî Mihemed û mîrata Xoybûnê ye"
Nivîskarê Kurd Ebdulsemed Mehmûd di merasîmê de axivî û bal kişand ser kûrahiya dîrokî ya vê alayê. Mehmûd got: "Ev ala ku îro li Parlamentoya Kurdistanê wekî alaya fermî hatiye pejirandin, di sala 1920an de ji aliyê Komeleya Xoybûnê ve li Stenbolê hatiye dîzaynkirin. "
Herwiha Mehmûd got: "Ev ala di şoreşa Agirî de ji aliyê Îhsan Nûrî Paşa ve hat hildan, bû Alaya Komara Kurdistanê li Mehabadê û Pêşewa Qazî Mihemed ew emanetî Barzaniyê Nemir kir da ku biparêze."
Peyama ENKSê: Divê mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de bên çespandin
Endamê Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) Ebdulbarî Xelef jî di çalakiyê de axivî û ev roj wekî "rojeke pîroz" binav kir.
Xelef got: "Piştî salên dûr û dirêj ên zordariya rejîma Beis, îro em bi serbilindî vê rojê pîroz dikin. Armanca me ew e ku em Sûriyeyeke nû ava bikin ku mafên hemû pêkhateyan tê de parastî be."
Xelef her wiha bang li aliyên siyasî kir û got: "Divê em li gorî rêkeftinên siyasî tevbigerin û destê xwe bidin hev, da ku em karibin mafên gelê Kurd di destûra nû ya Sûriyeyê de bicî bikin."
Welatî daxwaza yekîtiyê dikin
Peyama hevbeş a welatiyên Qamişlo yên beşdarî pîrozbahiyê bûn, daxwaza yekîtiyê bû. Welatiyan ji partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê xwestin ku nakokiyan bidin aliyekî, yekrêziya xwe biparêzin û bi yek dengî kar ji bo bidestxistina mafên destûrî yên gelê Kurd bikin.