Bi serperiştiya Serok Barzanî Komîteya Navendî ya PDKê dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamêdicive. Di civînê de nexşerêya partiyê ya ji bo pêkhênana hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê tê diyarkirin.

Civîna Komîteya Navendî ya PDKê îro 18ê Berçileyê dest pê dike. Ev yekemîn civîna vê komîteyê ye piştî birêveçûna hilbijartinên xula şeşem a Parlamentoya Iraqê û di qonaxeke hestiyar de tê lidarxistin.

Rojeva Civînê: 5 Xalên Sereke

Li gorî zanyariyên peyamnêrê Kurdistan 24ê, tê çaverêkirin ku di civînê de biryarên yekalîker li ser çend mijarên çarenivîssaz bên dayîn. Tewerên sereke yên civînê ev in:

1- Pêkhênana Hikûmeta Nû ya Iraqê: Gotûbêjkirina mekanîzmayên destpêkirina danûstandinan ji bo kabîneya nû ya hikûmeta fîfederal û diyarkirina wan prensîbên ku PDK dê di danûstandinan de li ser kar bike.

2- Karnameya PDKê li Bexdayê: Amadekirina karên pêşîn ên PDKê ji bo hikûmeta dahatû ya Iraqê, ku xala herî girîng cîbicîkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê ye.

3- Dosyeyên Hilawîstî: Tekezkirin li ser çareserkirina pirsgirêkên sereke, wekî:

     - Cîbicîkirina Maddeya 140 a destûra Iraqê.

     - Çareserkirina pirsgirêka budce û mûçeyên fermanberên Herêmê.

     - Pesendkirina Yasaya Neft û Gazê.

     - Sererastkirina yasaya hilbijartinan û derxistina yasaya Encûmena Fîfederal.

4- Pêkhênana Şanda Danûstandinkar: Tê pêşbînîkirin ku şandeke nû ya danûstandinkar were diyarkirin, da ku ligel aliyên siyasî yên Iraqê û Herêma Kurdistanê dest bi guftûgoyan bike.

5- Pêkanîna Hikûmeta Herêmê: Nirxandina peywendiyên ligel Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û aliyên din. PDK di wê baweriyê de ye ku qonaxeke nû hatiye pêş û divê danûstandin li ser bingehên nû dest pê bikin.

Nirxandina Salane

Berpirsê Liqa 4 a PDKê Arî Hersîn jî ragihand, di civînê de ligel mijarên hikûmetê, dê nirxandin û pêdaçûn ji bo kar û xebatên PDKê yên di sala 2025an de were kirin.

Ev civîn di demekê de ye, şandên danûstandinkar ên PDK û YNKê ji bo avakirina Kabîneya Dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêr 16ê Berçileyê li Hewlêrê civiyabûn.