PDKê şandek ji bo danûstandinên pêkanîna hikûmeta Iraqê pêk anî
Navenda Nûçeyan (K24) – Civîna Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî bi dawî hat. Di civînê de şanda PDKê ya ji bo danûstandinên pêkhanîna hikûmeta nû ya Iraqê hat destnîşankirin.
Peyamnêrê Kurdistan 24ê li Hewlêrê da zanîn, civîna Komîteya Navendî ya PDKê piştî gotûbêjkirina çend mijarên çarenivîssaz bi dawî hatiye û tê çaverêkirin daxuyaniyeke fermî were belavkirin.
Li gorî zanyariyan, di civînê de ev mijarên girîng hatine gotûbêjkirin:
- Pêkhênana hikûmeta nû ya Iraqê û karnameya PDKê li Bexdayê.
- Dosyeyên hilawîstî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.
- Cîbicîkirina Madeya 140 a destûra Iraqê.
- Çareserkirina pirsgirêka budce û mûçeyên fermanberên Herêmê.
- Pesendkirina Yasaya Neft û Gazê.
- Sererastkirin yasaya hilbijartinan û derxistina yasaya Encûmena Fîfederal.
Xaleke girîng a civînê, diyarkirina wê şandê bû ku dê bi aliyên din re danûstandinan bike. Li gorî zanyariyên Kurdistan 24ê, ev kesayet hatine raspardin:
1- Fazil Mîranî (Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya PDKê)
2- Fûad Husên (Endamê Polîtburo û Wezîrê Derve yê Iraqê)
3- Newzad Hadî (Endamê Komîteya Navendî)
4- Umêd Sebah (Serokê Dîwana Encûmena Wezîran)
Tê çaverêkirin ku ev şand di demeke nêz de dest bi gera danûstandinan ligel aliyên siyasî yên Iraqê bike ji bo avakirina kabîneya nû ya hikûmeta federal.