Derçûyên pêşiyê yên Zanîngeha Selahedînê bo zanîngehên Îtalyayê tên şandin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokatiya Zanîngeha Selahedînê dê derçûyên pêşiyê yên pişkên kolîjên xwe ji bo xwendina masterê bişîne du zanîngehên Îtalyayê.
Birêvebirê Ragihandinê yê Serokatiya Zanîngeha Selahedînê Saman Ebdilah ragihand: “Serokê Zanîngeha Selahedînê Dr. Kameran Yûnis dê derçûyên pêşiyê yên pişkan bi rêya dabînkirina bursên hevpar ji bo xwendina masterê bişîne zanîngehên navdar ên Îtalyayê.”
Birêvebirê Ragihandinê yê Serokatiya Zanîngeha Selahedînê herwesa got: “Ev bursa hevpar hemî derçûyên pêşiyê yên hemî pişkên zanistî û mirovahî yên Zanîngeha Selahedînê ji bo sala akademîk a 2024-2025ê vedigire.”
Saman Ebdilah eşkere jî kir: “Di dema borî de li ser raspardeya Serokê Zanîngeha Selahedînê, Alîkarê Serokê Zanîngeha Selahedînê ji bo Karûbarên Zanistî û Xwendina Bilind Dr. Şerîf Mewlûd Şerîf serdana welatê Îtalyayê kir û ji bo hevahengiya akademîk çend civînên girîng bi du serokên zanîngehên Îtalyayê re bi navê Zanîngeha Piedmontê li Novarayê û Serokê Zanîngeha Paviyayê li bajarê Paviayê li dar xistin.”
Navbirî amaje jî da: “Du peyman di wê serdanê de hatin îmzekirin û biryar hat dayîn ku, xwendekarên sala 2024-2025ê ji bo xwendina masterê serdana van zanîngehan bikin, kirêya xwendinê û xerciyên labê (Bench fee û tuition fee) dê ji hêla Zanîngeha Selahedînê ve bên dayîn, lê xerciyên geştan dê ji hêla xwendekarên pêşkêşker ve bên dayîn.”