Perwerdeya Iraqê: Xwendekarên kartên neteweyî yên Kerkûkê nînin nikarin li Kerkûkê ezmûnan bikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Her çiqas Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam biryaran ji bo berjewendî û hêsankariyên welatiyan dide jî, Wezareta Perwerdeyê ya Iraqê biryarek derxistiye ku, xwendekarên ku kartên wan ên neteweyî girêdayî Kerkûkê nînin ji ezmûnên derveyî asteng dike, û ev jî bûye sedema gelek nerazîbûnan.
Birêvebirê Yekîneya Çavdêriya Xwendina Kurdî li Kerkûkê Reûf Sadila ji Kurdistan24ê re ragihand: "Piştî 20 rojan ji wergirtina karûbarên wan xwendekarên ku dixwazin ezmûnên derveyî bikin, rênimayeka nû ji hêla Wezareta Perwerdeyê ya Iraqê ve derketiye ku, yek ji şertên wê yên sereke ew e ku, tenê ew xwendekarên ku kartên wan ên neteweyî girêdayî Kerkûkê ne dikarin tevlî ezmûnan bibin."
Birêvebirê Yekîneya Çavdêriya Xwendina Kurdî li Kerkûkê amaje jî da: "Divê komîte dozên xwe binirxîne û wan xwendekarên ku ew biryar jê digire ji bo parêzgehên wan bên şandin û ezmûnan li wan deran bikin.”
Reûf Sadila tekez jî kir: “Ev biryar Ereb û Kurdan vedigire û 300 hezar penaber li Kerkûkê hene, ku ji deverên din ên Iraqê hatine. Divê ew xwendekarên ku penaber in û ezmûnên derveyî dikin mîna xwendekarên din vegerin parêzgehên xwe û li wan deran ezmûnan bikin.”