Li Amûdê êrîşî nivîsgehên ENKS û PDK-Sê hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ragihandina ENKSê ragihand, li bajarê Amûdê, êrîşî ser baregehên wan û yên Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriya (PDK-S) hatiye kirin, tablo hatine çirandin û Ala Kurdistanê hatiye daxistin.

Ragihandina Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) belav kir, li bajarê Amûdê îro 18ê Berçileyê danê sibê, tabloya fermî ya baregeha ENKSê hat çirandin û li şûna wê, alek ku wêneyê Rêberê PKKê li ser e, bi deriyê baregehê ve hatiye daliqandin.

Diyar kir jî, nivîsgeha Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriya (PDK-S) jî li bajarê Amûdê rastî bûyereke wiha hatiye, ku êrîşkaran Ala Kurdistanê ji ser avahiya PDK-Sê anîne xwarê û wêneyek li ser deriyê nivîsgehê danîne.

Heta niha ti aliyekî fermî yê ewlehiyê li bajêr derbarê bûyerê de daxuyanî nedaye.