Ciwan Rojbeyanî: PDKê du şand ji bo pêkanîna hikûmeta Iraqê û Kurdistanê diyar kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Endama Komîteya Navendî ya PDKê Ciwan Rojbeyanî ragihand, di civîna îro ya bi serperiştiya Serok Barzanî de, du şandên cuda ji bo Bexda û Hewlêrê hatine diyarkirin û stratejiya danûstandinan dê li gorî encamên hilbijartinan be.

Civîna Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro 18ê Berçileyê bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî birêve çû.

Endama Komîteya Navendî ya PDKê Ciwan Rojbeyanî ji Kurdistan 24ê re hûrgiliyên civînê eşkere kirin û got, encamên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê hatine nirxandin û biryar hatiye dayîn ku du şandên danûstandinkar ên cuda bên pêkhanîn; şandek ji bo avakirina hikûmeta federal li Bexdayê û şandek jî ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Derbarê şêwaza danûstandinan de, Rojbeyanî got: "Vê carê li gorî destkeft û giranbiha dengên hilbijartinan, şêwaza guftûgoyên şandê dê ji ya beriya hilbijartinan ciyawaz be."

Rojbeyanî tekez kir jî, eger di rabirdûyê de PDKê ji bo parastina hevsengiyê li ser hinek postan tawîz kiribe, dibe ku vê carê şêwaza guftûgoyan were guhertin û guhertin bi ser de were.

Li ser mijara postên serwerî û posta Serokkomarê Iraqê, Rojbeyanî helwesta partiya xwe wiha anî ziman: "Posta Serokkomar pişka Kurdan e, lê ne merc e ku ew post tenê ji bo PDKê an YNKê be. Lewma dê guftûgo li ser wê yekê were kirin ku ev post ber kîjan aliyê Kurdî dikeve."

Endama Komîteya Navendî ya PDKê amaje bi wê kir, danûstandinên ligel Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî dê li ser dabeşkirina postan berdewam bin.