Bertekên li dijî sivkatiyên bi Leyla Zana tên kirin berdewam in

Leyla Zana
Leyla Zana

Navenda Nûçeyan (K24) - Her çiqas pêvajoya aştiyê û çareseriya pirsa Kurd li Tirkiyeyê dest pê kiribe jî, zihniyeta gelek şovenîstên li dijî Kurdan nehatiye guhertin. Ev yek ji dirûşmên alîgirên Bursa Sporê di dema maça wan a li beranberî Soma Sporê de diyar e, dema ku wan li dijî siyasetmedara navdar a Kurd Leyla Zana bi hev re hawar kir û gotinên nehejî bi kar anîn.

Vê kiryara alîgirên Bursa Sporê gelek bertek li pey xwe anîn. Endama Şanda Dem Partiyê ya Îmraliyê Pervin Buldan ragihand: “Mirov nikare berevaniyê ji gotinên kirêt û sivkatiyê bike û em vî zimanê ku di derheqa Leyla Zana de tê bikaranîn red dikin.”

Parlamenterê Dem Partiyê Serhat Eran got: “Ew sivkatiya ku bi Leyla Zana tê kirin encama wê nefreta li dijî Kurdan e ya ku bi salan e bê ceza maye. Leyla Zana jinek e ku jiyana xwe ji bo têkoşîna gelekî ji bo azadiyê terxan kiriye, xûka herî giran daye û serbilindiya gelê Kurd e.”

Parlamenterê Dem Partiyê herwesa daxwaz kir ku, wezaretên Navxwe û Dadê yên Tirkiyeyê rêkarên pêdivî li beranberî wê kiryarê bi cih bînin.

Parlamenterê CHPê İnan Akgün Alp ragihand: “Ez êrîşa nijadperestane ya li ser Leyla Zana bi tundî şermezar dikim û ez bang li rayedaran dikim ku bi lez rêkaran li dijî wan kesên ku ew êrîş kiriye bi cih bînin.”

Endamê Desteya Birêvebirinê ya Huda Parê Şeyhmus Tanrıkulu got: "Di bin navê futbolê, bizav ji bo normalkirina faşîzm û nijadperestiyê tê kirin. Ev rengê şermezarî û bêşermiyê yê girseyî qet nehatiye dîtin." Herwesa pirsî: “Gelo Federasyona Futbolê nivistiye? Dozgerên giştî li ku ne? Siyasetmedar li ku ne?”

Herwesa Parlamentera AK Partiyê Suna Kepolu Ataman jî got ku, ew wê sivkatiya çepel red dike. Herwesa got: “Armanca van kiryarên bi navê welatparêziyê tên kirin têkdana aramiyê û pêvajoya Tirkiyeya bêteror e.”

Parlamenterê CHPê Sezgin Tanrıkulu jî got ku, Leyla Zana serbilindiya gelê wan e û dê berdewam berevaniyê ji aştî û dostaniyê li Tirkiyeyê li dijî hemî rengên nijadperestî û gotinên kerb û kînê bikin.