Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji Berhem Salih re: Hêviya serkeftinê dixwazim
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya destnîşankirina Dr. Berhem Salih wekî Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekgirtî ji bo Penaberan (UNHCR), peyameke pîrozbahiyê arasteyî wî kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 19ê Berçileyê peyamek weşand û tê de nivîsî: "Bi boneya wergirtina posta Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberan, ez germtirîn pîrozbahiyê li we dikim û hêviya serkeftinê ji we re dixwazim."
Mesrûr Barzanî bal kişand ser girîngiya wergirtina vê postê ji aliyê kesayetekî Kurd ve û got: "Cihê kêfxweşiya me ye ku kesayetekî Kurd vî postê bilind ê Neteweyên Yekgirtî werdigire. Em piştrast in ku cenabê we dê bi serkeftî vî erkî bi cih bînin."
Di dawiya peyamê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel pîrozbahiyê, tevahiya piştevaniya xwe ji bo Dr. Berhem Salih nîşan da.