AK Partî pêşniyara yasayeke taybet ji bo pêvajoya aştiyê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – AK Partiyê raporta pêşniyarên xwe ya ji bo qonaxa nû ya proseya aştiyê radestî parlamentoyê kir. Di raportê de daxwaza derxistina yasayeke taybet a demkî ji bo birêvebirina proseyê tê kirin.
Alîkarê Serokê Fraksiyona AK Partiyê Ebdulhemîd Gul ragihand, wan raporteke 60 rûpelî ku ji 15 xalan pêk tê, pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê kiriye. Gul diyar kir ku ev raport nêrîna partiya wan a li ser "Tirkiyeya bê teror" vedihewîne.
Mekanîzmaya Danîna Çekan
Gul derbarê naveroka raportê de axivî û got: "Pêşniyarên me nêrîna AK Partiyê ya ji bo vê mijarê, avakirina mekanîzmayekê ji bo piştrastkirina danîna çekan, birêvebirina proseyê û bandorên wê yên aborî li xwe digire."
Yasaya Taybet a Demkî
Xala herî girîng a raportê, pêşniyara çêkirina yasayeke nû ye. Ebdulhemîd Gul wiha got: "Em pêşniyara dirustkirina yasayeke cuda û taybet a demkî ji bo proseyê dikin. Dema em behsa yasayeke taybet dikin, mebesta me ne yasayeke raguzer e, lê yasayeke ku tenê ji bo vê demê û ji bo serxistina proseyê ye."
Lihevkirina Civakî
Rayedarê AK Partiyê bal kişand ser giringiya lihevkirina civakî û got, wan di raportê de behsa wan pêngavan kiriye ku piştî bidawîhatina terorê divê ji bo Tirkiyeyê bên avêtin û encamên serkeftina proseyê şîrove kirine.