Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê: Dadgeh dê biryara AÎHMê ya derbarê Demîrtaş de binirxîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç ragihand, biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHM) ya derbarê azadkirina Selahattîn Demîrtaş de, dê ji aliyê dadgehên Tirkiyeyê ve were nirxandin.
Yilmaz Tunç derbarê dosyeya Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş de diyar kir, aliyên peywendîdar daxwazên xwe pêşkêş kirine û got: "Biryara AÎHMê dê ji aliyê dadgeha me ve were nirxandin û piştre biryara azadkirin an nekirinê were dayîn."
Wezîrê Dadê îdia kir, ew destêwerdanê di karûbarên dadgehan de nakin û got: "Wekî Wezareta Dadê, destêwerdana me di vê dosyeyê de û di biryardana dadgehê de ne mijara gotûbêjê ye."
Selahattîn Demîrtaş ji 4ê Mijdara 2016an ve li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye. AÎHMê heta niha sê caran (di 20ê Mijdara 2018an, 22ê Berfanbara 2020an û 8ê Tîrmeha 2025an de) biryar daye ku mafên Demîrtaş hatine binpêkirin û divê demildest were azadkirin.