Pêşengê Helbesta Kurdî: Baba Tahirê Hemedanî û çarîneyên wî

Navenda Nûçeyan (K24) – Baba Tahirê Hemedanî ku wekî "Baba Tahirê Uryan" jî tê naskirin, yekemîn helbestvanê Kurd tê hejmartin ku berhemên wî yên nivîskî bi forma çarîneyan gihîştine destê me. Mezara vî zanayê mezin li Hemedanê bûye cihê serdana hezkiriyên helbest û irfanê.

Baba Tahirê Hemedanî, di dawiya sedsala çarem û destpêka sedsala pêncem a Koçî de jiyaye. Her çend dîroka jidayikbûn û mirina wî bi temamî zelal nebe jî, lê piraniya lêkolîneran li ser wê yekê hevnêrîn in ku ew di serdema Togrul Begê Selçûqî de jiyaye.

Razê Navê "Uryan" û "Baba"

Çima jê re gotine "Uryan"? Li gorî baweriyekê, sedema dayîna vî nasnavî ew e ku wî "hizkirina dinyayê li ber xwe daye alî û rût (uryan) kiriye û xwe daye wateya rûhanî."

Herwiha nasnavê "Baba" jî ji ber pêgeha wî ya di ayîna Yarsan de jê re hatiye dayîn. Di çanda Kurdewarî û Yarsan de, "Baba", "Babe" yan "Bawe" nasnavê pîr û murşîdan e.

Zimanê Helbestên Wî

Li gorî lêkolîna Rehmî Loqmanî di pirtûka "Çarîneyên Baba Tahirê Hemedanî" de, zimanê helbestên Baba Tahir "zimanê Lekî-Lorî yê kevin ê navçeya Hemedanê ye". Ev zarava hîn jî li hinek gundên Hemedanê tê axaftin û di bin bandora zaravayê Hewramî de ye. Loqmanî tekez dike ku Baba Tahir Kurd bûye û peyrewê ayîna Yarsan bûye.

Nêrîna Ziyaretvanan

Mezara Baba Tahir li Hemedanê her dem qerebalix e. Mihemed Xulamzade, yek ji serdankeran dibêje: "Gotinên Baba Tahir wekî navê wî ne; Uryan in. Wî bi awayekî sade, ron û bêyî perde rastî gotine."

Salar Mihemedî jî diyar dike ku çarîneyên wî ew qasî sade û felsefî ne ku mirovê asayî jî dikare bi hêsanî fêm bike. Xatûna Ehmedî, rûniştvana Hemedanê jî dibêje: "Helbestên wî ji kûrahiya dil hatine, lewma dikevin dilê xelkê. Ew kesekî xakerê bû û ji wê xakerêyiyê gihîşt Xwedê."

Çarîneyên Baba Tahirê Uryan, bi zimanê xwe yê sade û wateya xwe ya kûr, bûne pirek di navbera sedsalan de û dengê vî helbestvanê Kurd gihandiye îro.