Li Kerkûkê efserekî polîsan li pêşiya mala xwe hat kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Kerkûkê, efserekî payebilind ê polîsan di encama êrîşeke çekdarî de li pêşiya mala xwe hat kuştin. 

Peyamnêrê Kurdistan24ê ji Kerkûkê da zanîn, Rêveberê berê yê Bingehê Polîsan ê "Erefe" û efser li Rêveberiya Polîsê Kerkûkê Eqîd Zeyd Adil, îro 19ê Berçileyê bûye armanca êrîşeke çekdarî.

Bûyer li Taxa Erefe ya Kerkûkê qewimiye. Li gorî zanyariyan, çend çekdaran li pêşiya mala wî û di dema ku ew di nav otomobîla xwe de bûye, destrêja guleyan lê kirine.

Hat zanîn, guleyek li sîng û guleyek jî li stûyê wî ketiye. Tevî hewldanan, efserê polîsan beriya ku bigihîje nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

Eqîd Zeyd Adil ji pêkhateya Xristiyan bû û bavê sê zarokan bû.

Berdevkê Polîsê Kerkûkê ji Kurdistan24ê re ragihand, tîmên ewlehiyê gihîştine cihê bûyerê û lêkolîneke hûr dest pê kiriye, lê heta niha hûrgiliyên zêdetir derbarê nasnameya kujeran de nehatine aşkerekirin.