Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Bazirganiyê yê Iraqê kir

Serok Barzanî û Esîr Dawid Xerîrî
Serok Barzanî û Esîr Dawid Xerîrî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî û Wezîrê Bazirganiyê yê Iraqê li ser têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û rewşa siyasî ya Iraqê axivîn.

Serok Mesûd Barzanî îro (Şemî, 20.12.2025) li Pîrmamê pêşwaziya Wezîrê Bazirganiyê yê Iraqê Esîr Dawid Xerîrî kir.

Li gorî ragihandina Baregayê Barzanî, di wê civînê de rewşa siyasî ya Iraq û deverê bi giştî û têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin nîqaşkirin.