Rewangeha Sûriyeyî: Amerîkayê pênc çekdarên DAIŞê kirin armanc

Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Amerîkayê di operasyoneka leşkerî ya berfireh de çend cihên DAIŞê li Sûriyeyê kirin armanc û li gorî amarên sereke, pênc çekdarên wê rêkxistinê hatine kuştin, ku yek ji wan serkirdeyekî diyar ê yekîneya dronan bû.

Ev êrîş piştî wê yekê tê ku, sê welatiyan Amerîkayî heftiya borî di êrîşeka çekdarên DAIŞê de li devera Tedmurê hatin kuştin.

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan ragihand: “Balafirên şer û helîkopterên êrîşber ên Amerîkayê bi hevkariya topxaneyan zêdetirî 70 cihên terorîstên DAIŞê li deverên Hums, Dêrazor û Reqayê bombebaran kirin.”

Birêvebirê Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdirehman eşkere kir ku, yek ji wan kuştiyan serkirdeyê wê şaneya terorîst bû ya ku berpirsiyara arastekirina dronan li parêzgeha Dêrazorê bû.

Ev operasyona dijwar a Waşintonê wekî bersiveka rasterast ji bo kemîna heftiya borî tê hesibandin, ku tê de du leşker û wergêrekê Amerîkayî li navenda Sûriyeyê hatin kuştin.

Her çend DAIŞê bi rengekê fermî berpirsiyariya xwe ji wê êrîşê ranegihandibû jî, lê Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê ew rêxistin tometbar kir û biryar da ku terorîstan bi tundî ceza bike.