Mezlûm Ebdî: Sala nû mafên Kurdan û axa Rojava di destûrê de tên çespandin
Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand ku, sala 2026ê dê sala hevgirtina Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê be.
Mezlûm Ebdî bi daxuyaniya xwe ya dawiyê medyaya Erebî tijî kir, ku got: “Dijminên me îdîa dikin ku dawiya vê salê (2025) dê bibe dawiya projeya Kurdan, HSDê û Rojavayê Kurdistanê, lê rastî tam berevajî ye, belkî destpêka projeya me ya mezin e.”
Ev daxuyaniya Ebdî di demekê de ye ku, zextên Şam û Enqereyê ji bo bicihanîna peymana Adara îsal a di navbera hikûmeta nû ya Sûriyeyê û HSDê de berdewam in.
Ebdî herwesa got: “Sala 2026ê dê bibe sala hevgirtina Kurdan, sala konfederasyona neteweyî ya Kurdan û hevgirtina di navbera her çar parçeyan de; Em tu demekê bi qasî niha nêzîkî bidestxistina wê armancê nebûne, û di sala 2026ê de mafên Kurdan û axa Rojava dê di destûrê de bên çespandin.”
Ji aliyekê din ve jî Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Yeşar Guler di civînekê de bi nûnerên medyayan re ragihand ku, peymana 10ê Adara îsal, ku di navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSDê de hatiye îmzekirin, heta niha tu bandorek li ser têkiliyan û bidawîkirina aloziyên çekdarî nebûye.
Guler daxwaz kir ku, hêzên HSDê "piştî paqijkirina wan ji şaneyên terorîst" tevlî artêşa Sûriyeyê bibin.
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê amaje jî da ku, peymana 10ê Adarê di çarçoveya bingeha "yek dewlet û yek artêş"ê de hatiye amadekirin lê hîn nehatiye bicîhanîn.
Ev di demekê de ye ku, piştî îmzekirina peymaneka dîrokî di navbera Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî de li roja 10ê Adara îsal, hêzên herdu aliyan hevdu bi çekên giran û nebûna niyetên baş tawanbar dikin.