Mesrûr Barzanî û Sîsî tekez li ser pêşxistina veberhênan û bazirganiya dualî kir

Mesrûr Barzanî û Ebdilfetah Sîsî
Mesrûr Barzanî û Ebdilfetah Sîsî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Qahîreyê bi Serokkomarê Misrê re civiya û herdu alî li ser berdewamkirina hevhanegî û hevkariyê ji bo parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê, Iraq û deverê hevnerîn bûn.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 21.12.2025) li Koçka Komarî li Qahîreyê bi Serokkomarê Misrê Ebdilfetah Sîsî re civiya.

Li gorî ragihandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokkomarê Misrê kêfxweşiya xwe bi serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê anî ziman û amadebûna welatê xwe ji bo pêşxistina têkiliyên dualî tekez kir.

Wekî ku di wê ragihandinê de hatiye gotin, "Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pesnê rola Misrê û Serokkomar Sîsî ji bo çespandina aştî û aramiya deverê kir."

Wê ragihandinê amaje jî da ku, di wê civînê de tekez li ser girîngiya xurtkirina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Misrê de di warên cuda cuda de, bi taybetî di veberhênan û lihevguhertinên bazirganî de hat kirin.

Di pareka din a danûstandinan de, "herdu alî li ser berdewamkirina hevhanegî û hevkariyê ji bo parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê, Iraq û deverê hevnerîn bûn."

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî (Şemî, 20.12.2025) bi serdaneka fermî gihîşt Qahîreya paytexta Misrê û ji aliyê Wezîrê Rewşenbîriyê Ehmed Fuad Hino û hejmareka rayedarên din ên Misrê ve pêşwaziya wî hat kirin.