Mesrûr Barzanî: Me bi Serokê Misrê re xurtkirina têkiliyan tekez kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de li ser tora civakî ya Xê nivîsiye: "Ez kêfxweş bûm ku bi Serokkomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî re civiyam."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ku du rojan bi serdaneka fermî li Qahîreyê ye, îro (Yekşem, 21.12.2025) bi Serokkomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî re civiya.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî civîna xwe ya bi Serokkomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî re peyamek li ser tora civakî ya Xê parve kir û di derheqa civîna xwe û Sîsî de nivîsiye: "Em li ser berdewamkirina hevahengiyê ji bo parastina aramiya Herêma Kurdistanê, Iraq û deverê hevnerîn bûn.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa gotiye: “Me tekez li ser xurtkirina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Misrê de kir, xasma jî di warê veberhênan û bazirganiyê de."

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî (Şemî, 20.12.2025) bi serdaneka fermî gihîşt Qahîreya paytexta Misrê û ji aliyê Wezîrê Rewşenbîriyê Ehmed Fuad Hino û hejmareka rayedarên din ên Misrê ve pêşwaziya wî hat kirin.