Li Qamişlo daxwaza parastina encamên Konferansa 26ê Nîsanê hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Qamişlo panelek li ser Konferansa 26ê Nîsanê hat lidarxistin. Beşdarên panelê tekezî li ser giringiya yekrêziya Kurdî kirin û daxwaz ji aliyên siyasî kirin ku li gorî encamên wê konferansê tevbigerin.

Di çarçoveya 11emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Rojavayê Kurdistanê de, paneleke siyasî bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, endamên şanda hevbeş a Kurdî, rewşenbîr û siyasetmedaran hat sazkirin.

"Divê Şanda Kurdî bi xwedî biryar û desthilat"

Endamê Serokatiya ENKSê û endamê şanda hevbeş Feysel Yûsif bal kişand ser giringiya dîrokî ya Konferansa 26ê Nîsanê ya sala borî û got: "Ew konferans destkefteke dîrokî û siyasî ya mezin bû ji bo yekrêziya Kurdan. Divê em kar bikin ku ev şand ne tenê şikilî bimîne, belkî bibe xwedî biryar û desthilat."

Feysel Yûsif tekez kir ku divê hemû alî di rêveberiya hevbeş a Rojavayê Kurdistanê de bibin hevparên rasteqîn.

"Şanda Kurdî erkê xwe pêk neaniye"

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Pêşverû (Pêşverû) Ehmed Silêmanî jî di panelê de rexne li şanda hevbeş a Kurdî girt. Silêmanî got: "Li gorî tê xwestin, şanda Kurdî erkên xwe cîbicî nekiriye û bersiv nedaye daxwazên konferansê. Divê şand di nav xwe de yekîtiya xwe ya pratîkî li ser erdê nîşan bide."

Nîgeraniya Rewşenbîran

Nivîskar û rewşenbîra Kurd Şemsa enter jî nîgeraniya xwe ji paşketina danûstandinan anî ziman û got: "Hîn piştî 8 mehan ji konferansê, em tiştekî berçav nabînin. Wisa dixuye ku her aliyek bi aliyê xwe ve dikişîne û hîn hikûmeta Şamê jî xwe wekî alternatîf dibîne."

Bêdengiya Şamê

Di panelê de hat destnîşankirin ku tevî derbasbûna 8 mehan di ser konferansa 26ê Nîsanê re, hîn jî hikûmeta Şamê ti gaveke cidî û erênî li hember Şanda Hevbeş a Kurdî neavêtiye. Lê tevî vê yekê jî, şand amadebûna xwe ji bo berdewamiya danûstandinên li ser mafên gelê Kurd û paşeroja siyasî ya Sûriyeyê nîşan da.