Şanda PDKê ji bo pêkanîna hikûmetê diçe Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke bilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), diçe Bexdayê da ku bi aliyên serkeftî yên hilbijartinan re li ser pêkhênana hikûmeta nû ya Iraqê danûstandinan bike.

Peyamnêrê Kurdistan24ê da zanîn, şanda PDKê dê îro 22ê Berçileyê bigihîje Bexdayê û sibê Sêşemê bi fermî dest bi hevdîtinan ligel aliyên Şîe û Sunne bike.

Endamên Şandê Kî ne?

Şanda PDKê ji van kesayetên payebilind pêk tê:

- Fazil Mîranî: Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya PDKê.

- Fûad Husên: Endamê Polîtburoyê.

- Newzad Hadî: Endamê Polîtburoyê.

- Umêd Sebah: Endamê Komîteya Navendî.

- Faris Îsa: Serokê Nûnertiya Hikûmeta Herêmê li Bexdayê.

Armanc û Rojeva Şandê

Ev serdan piştî civîna Komîteya Navendî ya PDKê tê ku di 18ê mehê de bi serperiştiya Serok Barzanî hatibû lidarxistin. Armanca sereke ya şandê, gotûbêjkirina mekanîzmaya avakirina hikûmeta nû ya Iraqê, diyarkirina Serokkomar û misogerkirina mafên destûrî yên Herêmê ye.

PDK wekî hêza yekem a serkeftî li Herêma Kurdistanê, tekezî li ser prensîbên "Hevsengî, Hevbeşî û Lihevkirinê" dike.

Herwiha tê çaverêkirin ku şand li ser mijarên wekî guhertina yasaya hilbijartinan, çareserkirina pirsgirêkên budce û mûçeyê û dosyeyên hilawîstî, helwesta xwe bi zelalî nîşan bide.