Wezîrên Derve û Berevaniyê yên Tirkiyeyê serdana Şamê dikin: Mijara sereke HSD ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve Hakan Fîdan û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler, ji bo hevdîtina ligel Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera, serdana Şamê dikin. Di serdanê de mijara sereke çarenivîsa HSDê û Rêkeftina 10ê Adarê ye.
Wezareta Derve ya Tirkiyeyê îro 22ê Berçileyê ragihand, şandeke bilind a Tirkiyeyê diçe Sûriyeyê. Armanca vê serdanê "nirxandineke giştî" ye ji bo peywendiyên navbera her du welatan piştî rûxana rejîma Beşar Esed di 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an de.
Fişara li ser HSDê
Li gorî daxuyaniyê, mijara sereke ya civînan "pêşveçûnên di cîbicîkirina Rêkeftina 10ê Adarê" de ye, ku di navbera Şam û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hatibû îmzekirin. Tirkiye tekez dike ku ev mijar rasterast peywendî bi "karên pêşîne yên ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê" ve heye.
Hefteya borî Hakan Fîdan hişyarî dabû HSDê û gotibû: "Sebra aliyên rêkeftinê xelas dibe." Herwiha diyar kiribû ku her derengxistinek di têkelbûna HSDê ya di nava Artêşa Sûriyeyê de, gef e li ser yekparçeyiya xaka Sûriyeyê.
Metirsiya DAIŞ û Îsraîlê
Di civînan de herwiha metirsiyên ewlehiyê yên li başûrê Sûriyeyê ji ber êrîşên Îsraîlê û tevlîbûna Sûriyeyê di nava Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de, dê bên gotûbêjkirin.
Rêkeftina 10ê Adarê çi ye?
Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî di 10ê Adara borî de rêkeftinek îmze kiribûn. Li gorî rêkeftinê, diviyabû heta dawiya vê salê, saziyên sivîl û leşkerî yên Rêveberiya Xweser tevlî damûdezgehên niştimanî yên Sûriyeyê bibana, lê ji ber cudahiya nêrînan ev prose hîn temam nebûye.