Li taxên Kurdan ên Helebê şer di navbera artêşa Sûriyê û HSDê de derket

Navenda Nûçeyan (K24) – Rewşa ewlehiyê ya bajarê Helebê ber bi aloziyeke kûrtir ve diçe. Li gorî agahiyan, li çend taxên stratejîk ên bajêr di navbera hêzên artêşa Sûriyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de pevçûnên çekdarî dest pê kirine.

Li gorî zanyariyên herî dawî, niha li derdora taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûdê yên Helebê pevçûnên bi navber diqewimin. Hat ragihandin ku ji ber liv û tevgera nîşangiran, li herêmên stratejîk jiyana sivîlan di bin metrsiyeke mezin de ye û çûnûhatina li wan deveran hatiye astengkirin.

Êrîşa li ser çerxerêya Şîhanê

Ev geşedan piştî wê yekê hatin ku Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) li Helebê ragihand, xaleke wan a hevbeş li çerxerêya Şîhanê rastî êrîşeke çekdarî hatiye. Di encama vê êrîşê de 2 endamên asayîşê birîndar bûne.

Her çend Asayîşê komên çekdar ên ser bi opozîsyona Sûriyê ve bi vê êrîşê tawanbar kiribe jî, medya fermî ya Sûriyê û raporên ji qadê amaje bi pevçûneke rasterast di navbera artêşa Sûriyê û hêzên HSDê de dikin.

SOHR: Rewşa ewlehiyê têk çûye

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) piştrast kir ku li bakurê Helebê şer û pevçûnên çekdarî diqewimin. SOHR’ê da zanîn ku ev pevçûn bûne sedema têkçûna rewşa ewlehiyê ya herêmê û tirs xistiye nava dilê welatiyan.

Girîngiya Şêx Meqsûd û Eşrefiyê

Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ku piraniya niştecihên wan Kurd in, di bin kontrola hêzên ser bi HSDê de ne. Ev tax hevsînorê deverên di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de ne û çerxerêya Şîhanê wekî xaleke stratejîk a pêwendiyê di navbera her du aliyan de tê dîtin.