HSD Şamê ji êrîşa Helebê berpirsyar dibîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), hikûmeta Sûriyê wekî berpirsyara êrîşa çekdarî ya li navenda bajarê Helebê binav kir, ku di encama vê êrîşê û pevçûnan de, jiyana bi hezaran sivîlan ketiye bin metrsiyê.
Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê Ferhad Şamî di daxuyaniyekê de ragihand, komên çekdar ên ser bi Wezareta Bergiriyê ya hikûmeta Şamê ve, êrîşî xaleke Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) a li çerxerêya Şîhanê ya navenda bajarê Helebê kirine.
Şamî destnîşan kir, di encama vê êrîşê de du endamên asayîşê birîndar bûne. Şamî herwiha hikûmeta Şamê ji vê êrîşê berpirsyar zanî û got: "Ev yek nîşan dide ku êdî Şam nikare kontrola komên çekdar ên ser bi xwe ve bike."
Li gorî agahiyan, li derdora taxên Kurdan ên Helebê (Eşrefiyê û Şêx Meqsûd) pevçûnên bi navber di navbera artêşa Sûriyê û hêzên HSDê de berdewam dikin. Medyaya fermî ya Sûriyê jî rûdana şer û pevçûnên li bakurê Helebê piştrast kirine.
Rêveberê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) ji K24ê re ragihand, rewşa ewlehiyê ya herêmê ber bi aloziyeke giran ve diçe û qada pevçûnan her ku diçe berfirehtir dibe.
Taxên Şêx meqsûd û Eşrefiyê ku wekî taxên kurdan tên naskirin, bi salan e di bin kontrola hêzên Kurdî de ne. Çerxerêya Şîhanê ku niha bûye qada şer û cihê bicîhbûna nîşangiran, wekî xaleke stratejîk a temasê di navbera herêmên di bin kontrola hikûmetê û HSDê de tê dîtin.