Mesrûr Barzanî: Divê hikûmeta nû ya Iraqê li ser bingeha hevbeşî, hevsengî û lihevkirinê bê avakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 23ê Berçileyê pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Siyade Sermed Xemîs Xencer kir.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de rewşa giştî ya Iraqê û hewildanên aliyên siyasî yên ji bo avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê hatin nirxandin.

Di berdewamiya hevdîtinê de, her du aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku di proseya avakirina hikûmeta nû de divê prensîbên "hevbeşî, hevsengî û lihevkirinê" bên parastin.

Herwiha hat destnîşankirin ku pêwîst e hikûmeta bê, bêyî ti cudahiyan xizmeta hemû pêkhateyan û hemû welatiyên Iraqê bike.