Xiristiyanên Deşta Neynewayê ji ber metirsiya komên çekdar venagerin malên xwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî derbasbûna 11 salan di ser êrîşên DAIŞê re, piraniya Xiristiyanên Deşta Neynewayê hîn jî newêrin vegerin ser warê xwe. Sedema sereke ya vê yekê nebûna aramiyê û desthilata komên çekdar e.

Deşta Neynewayê ku wekî warê resen ê Xiristiyanan tê naskirin, hîn jî ne aram e. Welatiyên awarebûyî dibêjin ku hebûna hêzên cuda û komên çekdar metirsiyek li ser wan çêkiriye.

Welatiyê bi navê Remzî Îşo ji peyamnêrê Kurdistan24ê re re got: "Me digot belkî em ê piştî 2-3 mehan vegerin, lê niha 11 sal derbas bûn û baweriya me bi vegerê nemaye. Gelek kesûkarên me bûn qurbanî."

Diyana Botanî jî diyar kir, ew hest bi ewlehiyê nakin û got: "Bawerî nîne ku em vegerin. Hebûna komên çekdar xelk tirsandiye."

Beriya 2014an, hejmara Xiristiyanan li vê deverê zêdetirî 100 hezar kesî bû. Lê piştî êrîşên DAIŞê, nêzîkî 70 hezar kesî koç kir. Li gorî amarên dawî, tenê nêzîkî 30 hezar kes vegeriyane.

Çalakvanê Xiristiyan Amir Elqûşî tekez kir, deverên wan di bin kontrola komên çekdar de ne û ev yek astengiya herî mezin e.

Li gorî raportên navdewletî, tevî bidawîhatina şerê DAIŞê, alozî û nebûna xizmetguzariyan bûye sedem ku Xiristiyan li şûna vegera bo Hemdaniye û Elqûşê, berê xwe didin Ewropa û Amerîkayê.