PWK êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kir: Rêya çareseriyê diyalog û federalîzm e

Navenda Nûçeyan (K24) – Buroya Ragihandinê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), derbarê êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de daxuyaniyek belav kir û êrîşên komên çekdar bi tundî şermezar kirin û bang li rêveberiya Şamê kir ku vegere ser maseya diyalogê.

Li gorî daxuyaniya PWKê, di roja 22.12.2025an de komên çekdar ên ser bi hikûmeta Şamê ve êrîşî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirine. Di encama van êrîşan de jinekê jiyana xwe ji dest daye û 23 kes jî birîndar bûne. Hat diyarkirin ku ji birîndaran 17 sivîl in û 6 jî endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) in.

Daxuyaniya Buroya Ragihandinê ya PWKê:

Di encama êrîşên ku komên çekdar ên ser bi hikûmeta Şamê ve di roja 22.12.2025an de birin ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê (ku piranî kurd lê dijîn), jinekê jiyana xwe ji dest da; 17 jê sivîl û 6 jê endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, bi giştî 23 kes birîndar bûn.

Hêzên Asayîşê yên ser bi Rêveberîya Xweser a Rojavayê ve ragihandin ku wan di çarçoveya mafê "parastina rewa" de bersiv daye êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.

Hêzên Asayîşê di daxuyanîya xwe de weha gotin: “Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nêzîkî 4 meh in ji aliyê komên ser bi Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Demkî ve, bi taybetî jî ji aliyê komên ku Tirkîye piştgiriya wan dike, di bin dorpêçeke giran de ne. Armanca van çalakiyan ew e ku me bikşînin nav şerekî çekdarî. Ev rewş rasterast gefê li ewlekariya herêmê dixwe. Di dema ku hêzên me ji bo pêkanîna ewlehî û aştiyê dixebitin, ev êrîş di çarçoveya hewlên binpêkirina agirbesta ku di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hikûmeta Demkî ya Sûrîyeyê de hatibû îmzekirin de têne kirin.”

Wek Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), em van êrîşên hêzên çekdar ên ser bi Hikûmeta Şamê ve yên li dijî gelê sivîl û helwestên wan ên provokatîf şermezar dikin. Ji malbata jina qurbanîya vê êrîşê re sersaxîyê, ji birîndaran re şifaya xêrê dixwazin.

Çareserî ne di êrîşên hêzên çekdar de, ne di pergala dewleta unîter de û ne jî di rêveberî û destûreke totalîter û yekperest de ye.

Em bang li Rêveberîya Şamê dikin ku dawî li dorpêç û êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bîne; Şanda Nûnerayetiya Kurd a ku di konferansa 26ê Nîsana 2025an de li Qamişloyê hatibû hilbijartin, wek muxatab nas bike.

Rêveberîya Şamê divê ji bo Destûreke nû ya Sûrîyeyê ku li ser nirxên azadî, demokrasî, wekhevî û edaletê hatibe ava kirin û daxwaza statuya siyasî ya federal û nemerkezî ya gelê Rojavayê Kurdistanê qebûl dike û mafên etnîkî, rêveberî, dînî û mezhebî yên hemû gelên wekî Durzî, Tirkmen, Elewî, Êzidî, Xiristiyan û hemû gel û baweriyan diparêze, demildest bi nûnerên hemû pêkhateyan re rûnê ser maseya diyalogê.

Em bangî hemû pêkhateyên Konferansa Qamişloyê ya 26ê Nîsana 2025ê dikin ku li gorî bernameya sîyasî ya konferansê û bi Heyeta Temsîlê ya ku konferansê dîyar kiribû, bi yek dengî, yek helwestî tevbigerin, bibin mixatabê hemû alîyan.