Festîvaleka çandî Kurdistan û Ewropayê nêzî hev dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Federasyona Ciwanên Revenda Kurdistanî li bajarê Osterhausê yê Holandayê festîvaleka çandî ya berfireh bi armanca vejandina edetên Kurdî û çêkirina pirên peywendiyan bi civaka Ewropayî re li dar xist.

Ev çalakî ku hejmareka berçav ji Revenda Kurdistanî tevlî wê bû, wekî bizavekê bû ji bo nasandina dewlemendiya çandî û hunerî ya Kurdistanê bi gelê Holandayê re û xurtkirina nasnameya neteweyî li Diyasporayê.

Ew festîval bi bernameyeka hunerî ya têr û tesel hat lidarxistin, ku tê de pêşkêşkirina kincên kevneşopî yên Kurdî yên jin û mêran hat pêşkêşkirin. Wan kincan, ku ji hêla hersê dîzayneran Roza Hisên, Lapen Goran û Jaleyê ve hatibûn amadekirin, bala temaşevanan kişand.

Herwesa çend komên muzîk û govendan, wekî Orkestraya Çandî, Koma Zagrosê, Koma Rojê û Koma Azadiyê bi nimayîşên xwe yên rengîn germ û gurî da wê festîvalê. Herwesa govenda Mewlana û jenîna defê ji aliyê Şilêr û Alan ve, tevî dengê stiranbêjan Karwan Hemeyê Helaq, Çirîke, Deşnê Baban, Dilbirîn û Bavêl Serheng, rewşeka taybet û henerî peyda kir.

Ev festîval bi amadebûna Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê Dilawer Ajgeyî, Serokê Pena Kurdî Mîran Îbrahîm û Sernivîskarê Kovara Rewendê Harmin Ehmed hat lidarxistin.

Di gotanê vê festîvalê de, tekez li ser girîngiya piştgiriyên Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregayê Barzanî Şîfa Barzanî û Konfederasyona Revenda Kurdistanî ji bo xurtkirina pêgeha Kurdan li Ewropayê hat kirin.

Revenda Kurdistanî li welatên Ewropayê bi rêya federasyonên cuda cuda berdewam bizavê dike ku çalakiyên çandî rêk bixe. Festîvalên bi vî rengî ne tenê wekî amûrek ji bo parastina ziman û erf û edetan di nav nifşê nû yê Kurdên li derveyî welat de dixebitin, belkî herwesa wekî dîplomasiyeka nerm dibin sedema nasandina doza rewa ya gelê Kurd û dîroka wan ji bo civaka navvneteweyî û çêkirina hevfêmkirinê di navbera gelan de.