Nûnerê MSDê: Êrîşên li ser taxên Kurdan ên Helebê bi fermana Enqereyê ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê MSD’ê li Almanyayê Rizgar Qasim, derbarê aloziyên dawî yên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û dorpêça li ser van taxan de destnîşan kir, ev êrîş ne rasthatin e û armanc jê têkbirina hewildanên çareseriya siyasî ye.
Rizgar Qasim ji K24ê re bal kişand ser dîroka dorpêçkirina taxên Kurdan li Helebê û got: "Dorpêçkirina Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ne tiştekî nû ye. Berê rejîma Beisê ev polîtîka dimeşand, îro jî hikûmeta nû heman siyasetê dimeşîne."
Da zanîn jî: "Komên çekdar ên wekî Sultan Murad, Hemzat û Emşat ku êrîşî ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dikin, ew bi nav ser bi 'artêşa Sûriyeyê' ve ne, lê fermanên xwe ji aliyê Tirkiyeyê werdigirin"
Qasim bi tundî rexne li destêwerdana Tirkiyeyê girt û diyar kir ku ev komên çekdar rasterast bi fermanên ji Enqereyê tevdigerin.
Herwiha Qasim got: "Tirkiye naxwaze ti rêkeftin di navbera aliyên Sûrî de pêk bê. Armanca sereke ya van êrîşan ew e ku 'Peymana 10’ê Adarê' ya ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê asteng bikin. Tirkiye her tim li dijî nêzîkbûna Rêveberiya Xweser û aliyên din ên Sûrî derdikeve."
Derbarê îdîayên li ser peywendiyên Kurdan û Îsraîlê de, Qasim got ku Tirkiye vê mijarê wekî "bahaneyekê" bikar tîne, da ku raya giştî bixapîne.
Qasim tekez kir jî, polîtîkaya wan li ser bingeha "Biratiya Gelan" û parastina mafên hemû pêkhateyan e û got: "Em wekî Kurd li dijî ti gelekî nînin; çi Cihû bin, çi Ereb bin, em li ser bingehê demokrasiyê bi hemûyan re dixwazin di nava aştiyê de bijîn."
Nûnerê MSDê her wiha bal kişand ser siyaseta Amerîkayê û rêveberiya Donald Trump û diyar kir ku divê hêzên navdewletî li dijî provokasyonên komên çekdar hişyar bin û piştgirî bidin diyaloga hundurîn a Sûriyeyê.
Qasim tekez kir, tevî hemû zext û êrîşan jî, ew ê ji bo çareseriyeke federal û demokratîk hewildanên xwe berdewam bikin.