Hadî Amirî: Me ligel şanda PDKê tekezî li ser avakirina bilez a hikûmetê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda danûstandinkar a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî li Bexdayê civiyan. Amirî ragihand, ew hêvî dikin di 29ê mehê de Serokê Parlamentoyê û cîgirên wî bên diyarkirin.

Şanda PDKê bi serokatiya Fazil Mîranî li Bexdayê, îro 24ê Berçileyê li Bexdayê pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî kir. Piştî civîna ku nêzîkî saetekê ajot, Hadî Amirî daxuyaniyek da rojnamevanan û ragihand, serdana şanda PDKê ne tenê ji bo avakirina hikûmetê ye, lê ji bo dîtina rêyên çareseriyê yên ji bo hemû pirsgirêkên Iraqê ye.

Amirî derbarê destnîşankirina berbijarê serokwezîrtiyê de diyar kir ku ev mijar karê Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê ye û got ku ew ê bigihîjin encamekê.

Serokê Hevpeymaniya Fetih her wiha tekezî li ser sîstema hikûmeta bê kir û got: "Divê hikûmeta nû ne hikûmeta îmtîyazan be, lê hikûmeta berpirsiyariyê be. Pêwîst e hemû alî tê de beşdar bin û berpirsiyariya serkeftina wê hildin ser milên xwe. Serkeftina hikûmetê, serkeftina Kurd, Ereb, Şîe, Sunne û hemû kêmneteweyan e."

Derbarê pêvajoya parlamentoyê û hilbijartina serokatiya parlamentoyê de, Hadî Amirî eşkere kir, li gorî biryara Dadgeha Federal êdî sîstema "daniştina vekirî" tune ye û divê di daniştina pêşîn de mijar bê yekalîkirin. 

Herwiha Amirî got: "Hêviya me ya mezin heye ku di 29ê vê mehê de Serokê Parlamentoyê û her du cîgirên wî bên hilbijartin. Piştî vê gavê, em ê derbasî qonaxa hilbijartina Serokkomar bibin û paşê jî berbijarê bloka herî mezin ji bo avakirina hikûmetê bê raspartin."

Hadî Amirî di dawiyê de bal kişand ser parastina demên destûrî û daxwaz kir ku hemû alî rêzê li wan deman bigirin da ku proseya siyasî neyê astengkirin.