Xiristiyanên Şingalê: Piştî 11 salan em hîn jî koçber û ji bîrkirî ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Tevî ku nêzîkî 11 sal di ser êrîşên DAIŞê re derbas bûne, Xiristiyanên Şingalê hîn jî nekarîne vegerin ser cih û warên xwe. Ew hikûmeta Iraqê bi xemsariyê tawanbar dikin û dibêjin ku ti malbateke wan heta niha nehatiye qerebûkirin.
Nûnerê Xiristiyanên Şingalê Îsa Şemûn ji Kurdistan24ê re ragihand, dêr û cihên wan ên ayînî û niştecihbûnê bi temamî hatine rûxandin.
Herwiha Şemûn got: "Ne rêxistin û ne jî hikûmeta Iraqê guh didin me. Heta hinek biryarderên li Bexdayê nizanin ku li Şingalê pêkhateyeke Mesîhî heye. Em pêkhateyeke kevnar a Şingalê ne lê em hatine ji bîr kirin; ne xwediyê me heye û ne jî di parlamentoyê de nûneratiya me heye."
Qeymeqamê Şingalê Nayif Seydo jî bal kişand ser dîroka pêkvejiyanê ya li devera Şingalê û diyar kir, beriya hatina DAIŞê, Misilman, Êzidî û Mesîhiyan cejn û rojên xwe yên taybet bi hev re pîroz dikirin.
Seydo got: "Ew pêkvejiyana ciwan piştî êrîşên DAIŞê û awarebûna xelkê nemaye. Divê hikûmeta Iraqê gavan bihavêje, van malbatan qerebû bike û bi awayekî şayiste wan vegerîne ser xaka wan."
Li gorî amarên fermî, beriya êrîşên DAIŞê 52 malbatên Mesîhî li Şingalê dijiyan, lê piştî trajediyê rewşa wan bi temamî guheriye; bi awayekî ku niha 20 malbat koçî derveyî welat kirine, 34 malbat li herêmên cuda yên Kurdistanê aware mane û çarenivîsa 4 kesên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin jî hîn ne diyar e.
Tevî bangawaziyên berdewam jî, heta niha hikûmeta federal a Iraqê ji bo nûjenkirina dêr û xaniyên Xiristiyanan û dabînkirina asayîşê tu pêngaveke berçav nehavêtiye.