Dorpêça li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê giran dibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Tevî daxuyaniyên agirbestê yên di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) û hêzên hikûmeta Sûriyeyê de, rewşa her du taxên Kurdan (Şêx Meqsûd û Eşrefiyê) li Helebê ber bi alozî û krîzeke mirovî ve diçe. Komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê dorpêça li ser van taxan tundtir kir û rêyên sereke bi satirên axî girtin.
Li gorî agahiyên ku medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser parve kirine, komên çekdar rêya çerxerêya Şîhan a ku diçe taxa Şêx Meqsûd bi satirên axî girtine. Her wiha rêya di navbera taxên Eşrefiyê û Suryan de jî bi bendên çementoyî hatiye astengkirin. Ji ber van gavan, tevgera çûnûhatinê bi temamî rawestiye û welatî neçar dimînin ku bi meş derbasî taxên xwe bibin.
Hêzên dorpêçker rê nadin ku kelûpelên xurekê, sebze û pêdiviyên sereke derbasî taxan bibin. Hat ragihandin ku hêzên hikûmetê tenê rê didin ku xelk ji taxan derkeve, lê rê li ber vegera wan û derbasbûna otomobîlên karsazan digirin.
Ev alozî piştî wê yekê hat ku di 22ê vê mehê de komên çekdar ên ser bi Hikûmeta Veguhêz ji çar aliyan ve êrîşî Şêx Meqsûd û Eşrefiyê kiribûn. Di encama wan êrîşan de, jinekê jiyana xwe ji dest dabû, 17 sivîl û 6 endamên asayişê jî birîndar bûbûn.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) tohmetên ku dibêjin wan şer daye destpêkirin red kirin. Asayîşê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku tevî hewildanên wan ên ji bo aramiyê jî, komên dijber êrîş birine ser taxan û wan jî tenê di çarçoveya "mafê parastina rewa" de bersiv daye.