Erdogan: Lêkolîn li ser sedema ketina balafira Serdarê Artêşa Lîbyayê hatiye destpêkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Tirkiyeyê ji ber mirina Serdarê Artêşa Lîbyayê û hevalên wî sersaxî ji hikûmet û gelê Lîbyayê re xwest. Herwesa got ku, lêkolîn li ser bûyera ketina wê balafirê hatiye destpêkirin.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro (Çarşem, 24.12.2025) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nivîsiye: "Ez ji ber bûyera ketina balafira Serdarê Artêşa Lîbyayê Mihemed Elî Hedad û hevalên wî dilgiran û xemgîn im.”
Serokkomarê Tirkiyeyê herwesa gotiye: "Bi navê welat û gelê xwe, ez sersaxiyê ji hikûmet û gelê Lîbyayê re dixwazim. Ez ji Xudayê mezin dixwazim ku canê wexerkiriyan bi bihuştê şa bike."
Erdogan amaje jî da ku, li ser bûyera ketina wê balafirê lêkolîn hatiye destpêkirin û wezaretên me yên têkildar dê zanyarên girêdayî wî warî belav bikin.
Dün Ankara’dan Trablus’a giderken kaza kırıma uğrayan uçakta şehit olan Libya Genelkurmay Başkanı Orgeneral Muhammed Ali El Haddad’ın başkanlığını yaptığı Libya heyetine ve uçak mürettebatına Rabb’imden rahmet niyaz ediyor; kardeş Libya halkına, Libya Silahlı Kuvvetlerine ve…
— Recep Tayyip Erdoğan (@RTErdogan) December 24, 2025
Serdarê Artêşa Lîbyayê Mihemed Elî Hedad û şanda pê re duhî (Sêşem, 23.12.2025) bi merema çend civînan serdana Tirkiyeyê kiribû. Her şevêdî saet 8:10 ew û hevalên xwe li Balafirxaneya Îsenboxayê ya Enqereyê ber bi Terablusê ve bi rê ketin. Li gorî medyaya Tirkiyeyê, ew balafir piştî demeka kêm ji firînê ji ber arêşeyeka teknîkî ket û hemî swarên wê mirin.