Adil Ebdilmehdî: PDK partiyeka bibandor e û divê di çarekirina pirsan de rol hebe

Navenda Nûçeyan (K24) - Şanda Danûstandinan a PDKê li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê yê berê Adil Ebdilmehdî re civiya; Adil Ebdilmehdî bal kişand ser wê yekê ku ew bi xwe aliyekê danûstandinan nîne. Herwesa ragihand ku, ew dê piştgiriyê bide aliyan. Tekez jî kir ku, PDKê pêgeheka girîng heye û divê di pirsên Iraq û Kurdistanê de rol û gotina xwe hebe.

Şanda Danûstandinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro (Çarşem, 24.12.2025) bi Serokwezîrê Iraqê yê berê Adil Ebdilmehdî re civiya, da ku li ser avakirina hikûmeta Iraqê ya bê nîqaş bikin.

Adil Ebdilmehdî piştî wê civînê ji rojnamevanan re ragihand: “Ez aliyekê danûstandinan nînim lê em dê bi aliyan re hevkariyê bikin ji ber ku danûstandin erkê wan aliyan e yên ku di parlamentoyê de kursiyên wan hene û dengên wan hene. Erkê Encûmena Siyasî, Çarçoveya Hevahengiyê, partiyên siyasî û hevpeymaniyên Kurdistanî ye ku berjewendiya giştî hilbijêrin. Em jî dê pişgiriyê û hevkariyê bikin.”

Navbirî herwesa got: "Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yek ji partiyên herî bibandor û girîng e û divê li ser Kurdistan û Iraqê jî gotina xwe hebe, lê em dê hevkarî û piştgiriyê bikin."

Şandeka danûstandinan a bilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Serokê Desteya Birêvebirinê ya Mekteba Siyasî ya PDKê Fazil Mîranî ji roja Duşemê (22.12.2025) êvarê ve li Bexdayê ye, da ku bi aliyên siyasî re ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê hevdîtinan bike.

Şanda PDKê bi aliyên siyasî yên Iraqê re li ser para Kurdan di hikûmeta bê ya Iraqê de û mafên PDKê wekî serketiya yekê ya hilbijartinan nîqaş dike.

Endamên Şanda PDKê ev in:

- Serokê Desteya Birêvebirinê ya Mekteba Siyasî Fazil Mîranî

- Endamê Mekteba Siyasî Fuad Hisên.

- Endamê Mekteba Siyasî Newzad Hadî.

- Endamê Komîteya Navendî Omêd Sebah.

- Serokê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa.