Konsula Amerîkayê li Hewlêrê Cejna Kirîsmisê li xelkê Herêma Kurdistanê pîroz kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Konsula Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê bi helkefta Cejna Kirîsmisê û serê sala nû peyameka pîrozkirinê pêşkêşî xelkê Herêma Kurdistanê kir û tekez li ser azadiya olî û pêkvejiyana aştiyane kir.

Konsula Giştî ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Wendy Green îro (Çarşem, 24.12.2025) di peyamekê de got: "Em cejna serê salê bi germî li we û xweşeviyên we pîroz dikin.”

Konsula Giştî ya Amerîkayê bal kişand ser nirxên hevpar ên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê de û ragihand: “Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê li ser bingehên azadiya olî û pêkvejiyana aştiyane ya di navbera baweriyên cuda cuda de hatiye avakirin; Em bi van nirxan bi serbilindî ve bi Herêma Kurdistanê re hevpar in û em her roj di hevparî û civakên me de rengvedana wan dibînin.”

Wendy Green di dawiya peyama xwe de jî hêvî xwest ku, sala nû ji her kesî re saleka pirî şahî, saxlemî û hêvî be.