PDK li Bexdayê tekeziyê li ser sê prensîpan dike: Hevsengî, Hevbeşî û Lihevkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevdîtinên şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yên ligel aliyên siyasî yên Iraqê bi armanca avakirina kabîneya nû ya hikûmetê û misogerkirina mafên Kurdan li paytext Bexdayê berdewam dikin.

Şandeya PDKê ya bi serokatiya Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoyê Fazil Mîranî, ji êvara Duşemê (22ê Berçileyê) ve li Bexdayê ye. Armanca sereke ya vê şandeyê, danûstandinên bi aliyên serkeftî yên hilbijartinên gera şeşem a parlamentoyê re ye, da ku di hikûmeta nû de pişk û mafên Herêma Kurdistanê û şayisteyên PDKê yên wekî hêza yekem bên parastin.

Endamên Şandeya PDKê:

- Fazil Mîranî: Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoyê.

- Fuad Husên: Endamê Polîtburoyê.

- Newzad Hadî: Endamê Polîtburoyê.

- Umêd Sebah: Endamê Komîteya Navendî.

Faris Îsa: Serokê Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê.

Zincîreya Hevdîtinan

Şandeya PDKê heta niha bi gelek serkirde û berpirsên bilind ên Iraqê re civiyaye. Di nav wan de:

- Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî.

- Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malîkî.

- Serokê Tevgera Hikme Emar Hekîm.

- Serokê Hevpeymaniya Azim Musenna Samerayî.

- Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî.

- Serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî.

Sê Prensîbên Sereke: Hevsengî, Hevbeşî û Lihevkirin

Ev serdan di demekê de pêk tê ku piştî hilbijartinên 11ê Mijdarê, aliyên siyasî hewil didin "bloka herî mezin" a parlamentoyê ava bikin û postên siyadî dabeş bikin.

PDK wekî hêza yekem a li ser asta Herêma Kurdistanê û Iraqê, di van danûstandinan de tekeziyê li ser sê prensîbên sereke dike: Hevsengî, Hevbeşî û Lihevkirin. 

Tê çaverêkirin ku danûstandinên şanda PDKê bandoreke rasterast li ser diyarkirina Serokkomar û yekalîkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê di hikûmeta bê de bikin.