Komîsyon amadekariya rapora hevbeş dike: Di navbera aliyan de cudahî heye
Stenbol (K24) – Komîsyona Pêvajoya Aşitiyê bo cara 20ê civiya da ku raporeke hevbeş binivîsîne. Di demekê de ku bo çareserkirina pirsa Kurdî rapora DEM-Partiyê gelek cûda ye ji rapora AK-Partiyê û MHPyê, aliyên komîsyonê dê bikaribin li ser xalên ku rêkeftine raporeke hevbeş amade bikin. Li gor zanyariyan raporên partiyan jî dê li binê rapora hevbeş were zêdekirin daku çi alî nerazî nebe.
Ji raporên partiyan ku bo Komîsyona Pêvajoya Aşitiyê hatine pêşkêşkirin, eşkere dibe ku, têgihiştina AK-Partiyê û MHPyê ji pêvajoyê 180 pile cûda ye ji têgihişitina DEM-Partiyê.
DEM-Partî vê pêvajoyê wekî pêvajoya çareserkirina pirsa Kurdî dizane û dixwaze xalên destûrê yên penaseya welatîbûnê, ziman û rêveberiyên xwecihî li xwe digrin bigûhere lê AK-Partî û MHP behsa van xalan nakin hişê xwe dane tenê bêçekkirina PKKyê û HSDyê.
Zanayekî siyasetê digel vê nakokiya dijwar geşbîn e ku komîsyon raporeke hevbeş amade bike.
Zanayê Sıyasetê Ufuk Uras ji K24ê re got: “Raporên komîsyonê hevûdu temam dikin û dê alî li cihekê herî erenî rêkbikevin. Komîsyon niha li ser du mijarên bingehîn kar dike. Yekem çaksaziyên yasayî bo bêçekkirina PKKyê, duyem jî amedekariya destûreke nû ye. Gengeşeyên destûra nû dê piştî serê salê destpê bikin û dê sala be berdewam were gotûbêjkirin. Bêgûman demokrasi û aşitî du têgehên tamemkerê hevûdu ne. Ji bo vê jî rapora DEM-Partiyê çarçoveya herî girîng diyar kiribû. Ez bawer im dê alî li ser xalên ku rêkeftine di rapora hevbeş de binivîsin û xalên nakok dê bimîne.”
Beramber vê nêrîna geşbîn, yên ji paşaroja pêvajoyê reşbînin in û di wê baweriyê de ne ku pêvajo ne pirsa Kurdî çareser dike ne jî Tirkiyeyê dike welatekî demokratîk ne kêm e.
Li gor wan, deshilata Tirkiyeyê ç idi siyaseta xwe ya derve de, çi jî di siyaseta navxwe de dest ji zimanê şerî û fişarê bernedaye ku ew ji pêvajoyê geşbîn bin.
Rojnameger Oncû Durmuş dibêje: “Ev pêvajo bi temamî li pişt deriyan û gelek nediyariyan berdewam kir. Herwiha civak jî xwe têde nedît û ji pêvajoyê bawer nekir. Ji ber ku me ji bilî avakirina komîsyonekê li parlamentoyê çi gaveke çareseriyê nedît. Ne qeyyûm ji ser şaredariyan rabûn, ne zindaniyên siyasî azad bûn. Berevajî vê yekê ev rejîma yekmirovî fişarên xwe her zêde kir. Di demekê de ku deshilat soza aşitiyê dide Kurdan, li alîkî din ve operasyon û fişarên xwe li ser opozîsyonê her zêde dike. Lewma em nikarin bi vê rejîmê re behsa aşitî û demokrasiyê bikin.”
Dema ku ev nûçe dihat amadekirin Komîsyona Pêvajoya Aşitiyê civîna xwe ya 20emîn dikir bo nivîsîna rapora hevbeş.