Mezlûm Ebdî: Li ser tevlîkirina hêzên leşkerî em bi Şamê re gihîştin lihevkirineke hevpar
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, di civîna Desteya Şêwirmendiyê ya ji bo Piştgiriya Komîteya Danûstandinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, derbarê dawîn geşedanên siyasî û "Peymana 10’ê Adarê" de, ragihand di pirsên leşkerî û birêvebirina sînoran de pêngavên giring hatine havêtin.
Civîna Desteya Şêwirî ya Piştgiriya Komîteya Danûtandinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro 25ê Berçileyê li bajarokl Tebqayê dest pê kir. Mezlûm Ebdî îro di civînê de destnîşan kir, wan li ser mijara tevlîkirina hêzên leşkerî bi hikûmeta Şamê re gihîştine têgihiştineke hevpar ku li gorî "berjewendiyên giştî" be.
Mezlûm Ebdî di axaftina xwe de xalên sereke yên danûstandinan wiha rêz kirin:
- Yekkirina Hêzên Leşkerî: Em li ser mijara yekkirina hêzên leşkerî, bi awayekî ku li gorî berjewendiyên giştî be, gihîştin têgihiştineke hevpar.
- Çareseriya Nenavendî: Em di wê baweriyê de ne ku çareseriya li Sûriyeyê divê bi sîstemeke nenavendî (federal) be.
- Destûreke Nû û Beşdarî: Şêwazê sîstemê û beşdariya hemû pêkhateyan stûnên sereke ne. Ji bo ku em bigihîjin destûrekê ku daxwazên hemû aliyan nîşan bide, pêdivî bi diyalogên kûrtir heye.
- Sînor û Serwetên Binerdê: Di warê dergehên sînorî û nêrîna hevpar a li ser sînoran de pêşketin hene. Her wiha serwetên binax (neft û gaz) milkê hemû gelê Sûriyeyê ne.
- Birêvebirina Herêmî: Em dixwazin xelkê herêmê di çarçoveyeke destûrî û qanûnî de deverên xwe bi xwe birêve bibin.
Mezlûm Ebdî destnîşan kir jî, di mijarên bingehîn de nêrînên aliyan nêzî hev bûne û hêvî kir ku di dema bê de li ser hemû xalan rêkeftineke temam pêk bê.
Ev daxuyaniyên Mezlûm Ebdî di demekê de tên ku çavkaniyên ji hikûmeta Sûriyeyê îro ji Kurdistan24ê re ragihandibûn, di nêz de hevdîtineke dîrokî li Şamê pêk tê. Di wê hevdîtinê de, dê mekanîzmaya tevlîbûna HSDê bo nava artêşa Sûriyeyê bi temamî bê yekalîkirin.
Ev prose bi serpereştî û guşara Amerîka, Brîtanya û Fransayê tê meşandin. Tê çaverêkirin ku di nava du rojên bê de li ser hûrguliyên dawî yên tevlîbûna zêdetirî 90 hezar şervanên HSDê bo nava saziyên leşkerî û ewlehiyê yên Sûriyeyê rêkeftinek bê îmzekirin.