Şanda PDKê li Bexdayê ligel Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî civiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Bexdayê ligel Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê civiya û mijara sereke rûniştina parlamenê bû ku biryar e di 29ê vê mehê de bê lidarxistin.
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de, şanda PDKê bi serokatiya Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoyê Fadil Mîranî ligel Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê Fayiq Zîdan civiya. Di civînê de behsa aliyên yasayî yên rûniştina roja 29ê Berçileyê 2025an a Parlamena Iraqê hate kirin.
Şanda PDKê xwest ji nêzîk ve nêrîna yasayî ya Faîq Zîdan li ser rûniştina bê ya parlamenê zanibe. Zîdan beriya niha tekezî li ser wê yekê kiribû ku divê rûniştin di dema xwe ya diyarkirî de pêk bê, da ku rêkarên yasayî yên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê dest pê bikin.
Beriya hevdîtina ligel Zîdan, şanda PDKê bi serok û berpirsên Eniya Turkmenî, Mihemed Seman û Gulşen Celal re jî civiyabû. Li gorî agahiyan, biryar e şand beriya vegera xwe ya bo Hewlêrê, ligel Patrîkê Keldaniyên Iraq û Cîhanê Luîs Sako jî bicive. Armanca van hevdîtinan ew e ku PDK bi hemû pêkhateyên Iraqê re bigihîje têgihiştineke hevpar li ser şêwazê birêvebirina dewletê û parastina mafên destûrî.
Li Hewlêrê civîneke berfireh tê lidarxistin
Piştî vegera heyetê bo Hewlêrê, biryar e PDK civîneke berfireh a berpirsên xwe yên pilebilind lidar bixe. Di vê civînê de encamên danûstandinên bi aliyên Çarçoveya Hevahengiyê û pêkhateyên din re werin nirxandin. Mijarên sereke yên PDKê di van danûstandinan de ev in:
- Şayesteyên darayî yên Herêma Kurdistanê.
- Pişka PDKê di hikûmeta nû de.
- Mîkanîzma cîbicîkirina destûrê.
Li ser pirsa Serokkomariyê jî, her çend di civînan de bi fermî nehatibe nîqaşkirin, lê PDK tekez dike ku li gorî encamên hilbijartinê û hejmara kursiyên xwe, bidestxistina vî postî wek mafê xwe yê yasayî dibîne.