Cadeya dualî ya Kesnezan-Gomespanê li demeka nêzîk tê vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Yek ji projeyên girîng û stratejîk ên kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi serokatiya Mesrûr Barzanî, cadeya dualî ya Kesnezan-Gomespanê ye, ku berê wekî rêya mirinê dihat naskirin. Ev proje 95% temam bûye û dê li demeka nêzîk bê vekirin.
Projeya dualî ya Kesnezan-Komespanê ji 16 kîlometreyan pêk tê. Her aliyekê vê cadeyê 10 metre û 75 santîmetreyan fireh e. Ev cade bi giraniya 91 santîmetreyên kevir û asfalt hatiye çêkirin, da ku xwe li ber zexta zêde bigire, xasma jî hatinûçûna barhilgiran. Ev jî baştirîn kalitî û standardên nûdem ên çêkirina cadeyan ên cîhanê ne.
Welatî û şofêran ji Kurdistan24ê re got: “Pêştir ev cade pir xirab bû, ewqas xeter bû ku me jê re digot rêya mirinê. Li ser vê rêyê rêwîtî pir dijwar bû. Herwesa gelek qezayên trafîkê çê bûn û gelek kes li ser vê rêyê mirin lê niha ew cadeyeka gelek xweş û bê pirsgirêk e. Em destxsweşiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.”
Şeş overpas, yek enderpas û 50 avrêj li ser vê rêyê hatine çêkirin. Herwesa sîstemên avrêyan, dîwarên ragirtinê, perjanên parastinê, nîşanên trafîkê û xêzên cadeyê jî ji bo vê cadeyê hatine dabînkirin.
Li gorî dîzayna nû ya vê rêyê, ew bilindahî û nizmahiyên ku berê hebûn êdî nemane, herwesa şofêr dikarin li ser lezatiya 100 kîlometreyan di saetekê de biçin.
Bi temamkirina cadeya dualî ya Kesnezan-Gomespanê, dîzayna çariyana Derbenda Gomespanê jî hatiye guhertin; sê overpasên mezin dê ji bo zivirîn û vegeriyana şofêran bên çêkirin.
Ev proje projeyeka stratejîk û girîng a parêzgeha Hewlêrê ye û piştî temambûna wê, dê ji bo hatin û çûnên welatî û geştiyaran pir bikêr be û dê qerebalixiya li ser wê cadeyê kêm bike, ku berê yekalî bû û dibû sedema qezayên mezin.
Bi projeya cedya dualî ya Gomespan-Smaquliyê re, kar li ser vê projeyê jî tê kirin û bi temambûna wê re, cadeya Hewlêrê heta Simaquliyê bi dirêjahiya 38 kîlometreyan dibe dualî. Biryar e ku karûbarên vê projeyê di dema kêmtir ji mehekê de biqedin û dê bi rengekê fermî ji bo şofêr û peyayan bikeve xizmetê.